Li Gazîantepê Încîleke dîrokî ku li ser çermê xezalê bi Îbranî hatiye nivîsandin hat desteserkirin

Li Gazîantepê Încîleke dîrokî ku li ser çermê xezalê bi Îbranî hatiye nivîsandin hat desteserkirin

Li Gazîantepê Încîleke dîrokî ku li ser çermê xezalê bi Îbranî hatiye nivîsandin û ji muzexaneya bajarê Heleba Sûriyeyê hatibû talankirin, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê, di encama xebata Rêveberiya Ewlekariya Navçeya Şehîtkamîlê de hat tesbîtkirin ku Încîleke dîrokî ya li ser çermê xezalê bi Îbranî nivîsandî ku ji muzexaneya bajarê Heleba Sûriyeyê hatibû talankirin, anîne Tirkiyeyê.

Ekîbên Rêveberiya Şaxa Qaçaxçîtî û Sûcên Organîzeyê operasyon li dijî navnîşana tesbîtkirî li dar xist û Încîla dîrokî ya navborî desteser kirin.

Derbarê bûyerê de 3 kes hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE