Li Gazîentabê 16 hezar û 850 pakêt cixareya qaçax a gumrikê hat girtin

Ekîban di lêgerîna li navnîşanan da 16 hezar û 850 pakêt cixareya qaçax a gumrikê, 24 têlefon û 19 titûnên nargîleyê girtin.

Li Gazîentabê 16 hezar û 850 pakêt cixareya qaçax a gumrikê hat girtin

Di operasyona li Gazîentabê hat kirin da 16 hezar û 850 pakêt cixareya qaçax a gumrikê hat girtin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê li ser îxbarê di kordinasyona Serdozgeriya Komarê da operasyon birin ser 2 dikan û 7 navnîşanan.

Ekîban di lêgerîna li navnîşanan da 16 hezar û 850 pakêt cixareya qaçax a gumrikê, 24 têlefon û 19 titûnên nargîleyê girtin.

Ji 8 şikbarên hatinbinçavkirin 3 kes sewqî dadgehê kirin, 5ê wan jî piştî îfadeyê hatin berdan.

Ji bo girtina şikbarê li navnîşana xwe tunebû jî xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE