Li Gazîentabê bi projeya "Deftera Zîmemê" va deynê 29 hezar û 500 malbatan hat reşkirin

Li Gazîentabê bi projeya "Deftera Zîmemê" va deynê 29 hezar û 500 malbatan hat reşkirin

Waliyê Gazîentabê Davut Gul diyar kir, bi mebesta ku deynên dikan û firûnan ên li taxên feqîran bi piştgiriya xêrxwazan werin dayîn projeya "Deftera Zîmemê" dest pê kir û bi vê projeyê va 5 milyon û 200 hezar lire deynê 29 hezar û 500 malbatan hat dayîn.

Walî Gul li avahiya Walîtiyê ji rojnamegeran ra got ku weke par îsal jî ji bo parvekirina reqamên projeyê ew civiyan.

Gul daxuyand ku ew duh çûn dikan û firûnan û wan defter kirîn, hin xêrxwazên ku piştgirî dan jî bi wan ra geriyan.

Gul diyar kir, ew li navçeya Şahînbey û Şehîtkamilê çûn taxên feqîr û wiha dewam kir:

"Ji sedî 85ê nifûsê li van navçeyan dijîn. Me li van navçeyan taxên feqîr neqandin. Heke ku hûn di paceyên wan da afîşên me bibînin, bizanin ku deynên li wê derê bi deftera zîmemê hatiye dayîn. Defterên 400 dikanan û 120 firûnên pîdeyê hatin kirîn. Bi tevahî 735 defter hatin kirîn. Deynê nêzî 29 û 500 malbatên deyndar deynê wan hat dayîn. Bi tevahî 5 milyon û 200 hezar lire deyn hat reşkirin. Bi eleqedariya xêrxwazan heke pêdivî çêbibe proje wê dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE