Li Gazîentabê di nexweşxaneyekê da şewat derket

Li Gazîentabê di nexweşxaneyekê da şewat derket

Li Şahînbeya navçeya Gazîentabê di nexweşxaneyeke taybet da şewat derket.

Li Taxa Tepebaşiyê di beşa kardiyolojiyê ya nexweşxaneyeke taybet da şewat derket.

Tîmên agirkujê şewat vemirandin û nexweşan ji nexweşxaneyê derxistin.

Ji ber şewatê 46 nexweş sewqî nexweşxaneyên din bûn.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê şewata di saet 05.15an da dest pê kir ji ber klîmayê çêbû û daxuyaniyê wiha dewam kir: "46 nexweş piştî şewatê bi awayekî baş hatin texliyekirin. Nexweş jehrî neketin û tu pirsgirêkek çênebû. Lêkolîn dewam dikin."

Kordînatorê giştî yê nexweşxaneyê Dr. Cezmî Uk jî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gor agahiyên ewil şewatê li odeya teknîkê ya MRê da dest pê kiriye.

Uk got ji ber şewatê 46 nexweş hatine texliyekirin û rewşa wan baş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE