Li Gazîentabê dîwara avahiya înşeatê hilweşiya, 2 zarok mirin

Li Gazîentabê dîwara avahiya înşeatê hilweşiya, 2 zarok mirin

Li Erebana navçeya Gazîentabê ji ber bahoza gur dîwara avahiya înşeat hilweşiya, 2 zarok mirin, yek jê giran 3 zarok birîndar bûn. 

Li Taxa Hîsarê ya li ser navçeyê dîwara avahiya yek qatî ya ku hêj înşeat e ji ber bahoza gur hilweşiya. 

Li ser agahiya 5 zarok di bin dîwar da mane gelek ekîbên Serwêsa Acîl a 112an, AFAd û îtfaiyeyê sewqî cihê herêmê kirin. 

Ekîban piştî xebatê Haci Alî Gunselî (7), Mustafa Tîren (5), Vakkas Çalişkan (11), Seydî Çelîk (14) û Muhammed Mustafa Gunselî (11) ji bin hezazê derxist.

Ji zarokên ku sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Erebanê kirin Haci Alî Gunselî (7) û Mustafa Tîren (5) digel midaxelay hat kirin mirin. 

Ji birîndarên ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Şahînbeyê ya Zanîngeha Gazîentabê kirin rewşa Vakkar Çalişkan giran e. 

Waliyê Gazîentabê Davut Gul di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da diyar kir ku li bajêr xwelî dibare û bahoza gur heye. 

Gul got ku "Xwedê rehma xwe li herdu zarokên me yên ku li navçeya me ya Erebanê mirin bike, ji bo zarokên birîndar şifaya xêrê dixwazim. Ji bo ku bûyerên xemgîniyê didin çênebin ji kerema xwe heta mecbûrî nebe dernekevin derva."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE