Li Gazîentabê kûçikê pîtbull zarokek girt û ji ber vê 3 kes hatin girtin

Li Gazîentabê kûçikê pîtbull zarokek girt û ji ber vê 3 kes hatin girtin

Li Gazîentabê 2 kûçikên pîtbull êrîşî zarokekî kiribûn û ji ber vê mijarê ji 6 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Li Şahînbega navçeya Gazîentabê duh 2 kûçikên pîtbull ên 5 kesên li sîteyê rûdinin êrîşî zaroka xebatkarê sîteyê kiribûn ji qirik û serê wî birîndar kiribûn Serdozgeriya Komarê lêpirsîna bi baldarî didomîne.

3yê wan jin 6 kes hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li Fermandariya Cendirmeyên Bajêr şikbar sewqî dadgehê kirin.

Dozgeriya komarê piştî jêpirsînê A.C.yê wezîfedarê sîteyê berda.

Suheyla K. û Mustafa E.yê şikbar jî bi "şertê îmzedayîna 3 rojan" û "qedexeya derketina dervayê welêt" hatin berdan.

Zeynep C, Zelîha C. û Mustafa Y.yê şikbar jî ji ber sûcê "birîndarkirina zanayî" hatin girtin.

Li taxa Beştepeyê 2 kûçikên pîtbull bi Asiye Ateşa 4 salî girtibûn, qîzik birîndar bibû, ji ber bûyerê 6 kes hatibûn binçavkirin. Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina tebîetê jî kûçikên êrîşkar teslîmî Navenda Rehabilîtasyonê û Sitargeha Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE