Li Gazîentabê operasyona dijî hişbirê

 Li Gazîentabê di operasona ku li dijî hişbirê de hat lidarxistin de 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Li Gazîentabê operasyona dijî hişbirê

 Li Gazîentabê di operasona ku li dijî hişbirê de hat lidarxistin de 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê, ekîbên Amirtiya Buroya Lêpirsîn û Rêgiriya Sûcan a Rêveberiya Ewlekariyê ya Navçeya Şehîtkamîlê, E.Eyê ku hat tesbîtkirin hişbirfiroşiyê dike, li taxa Boynoyê girt.

Di lêgerîna nava otomobîla gumanbarî de 22,9 gram hişbira sentetîk, 30 hebên hişbirê, mêzêna hessas, 3 telefonên mobîl û 700 lîreyî ku hat tesbîtkirin ji bazirganiya hişbirê bidest xistiye, hat desteserkirin.

E.E digel M.Yê ku hişbir firotibûyê hatin binçavkirin û piştî karûbarê wan ên li ewlekariyê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji gumanbaran E.E ji sûcê "bazirganiya hişbirê" hat girtin. M.Y jî piştî karûbarên li deozgeriyê serbest hat berdan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE