Li Gazîentabê operasyona dijî rêxistina sûc û hişbirê

Li Gazîentabê di operasyona dijî rêxistina sûc û hişbirê da 25 şikbar hatin derdestkirin.

Li Gazîentabê operasyona dijî rêxistina sûc û hişbirê

Li Gazîentabê ji 40 şikbarên bi hinceta "ji bo sûc rêxistina çekdar ava kirine" û "bazirganiya hişbirê kirine" hatibûn biçavkirin 25 kes hatin giritn û di nav girtiyan da 3 kes jî polês in.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Sûcên Organîze û Qaçaxçtiyê di 19ê hezîranê da li Gazîentabê operasyon kiribûn û 40 şikbar binçav kirin, karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hatin temamkirin.

7 şikbar piştî jêpirsîna li ewlekariyê hatin berdan û 33 şikbar jî sewqî edliyeyê kirin.

Ji şikbarên derxistin dadgeha ceza silhê 25 kesên di nav wan da 3 polês jî hene bi hinceta "ji bo sûc rêxistina çekdar ava kirine" û "bazirganiya hişbirê kirine" hatin girtin. 8 şikbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

JI bo derdestkirina şikbarên din xebat dewam dikin.

Li Gazîentabê di 19ê hezîranê da ji 62 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 3yê wan polês 40 kes hatibûn binçavkirin.

Di lêgerîna li malên şikbran da 21 kîlo hişbir, mêzîn, 24 debançe, 4 tivingên nêçîrê, 244 fîşeng, 17 fîşengên tivingan, 7 kêr û dehre, 24 şarjor, 4 parçeyên debançeyan hatibûn girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE