Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê di qezaya trafîkê de 8 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan kamyoneta plaqeya wê 79 DU 351 û şofêrê wê Îbrahîm Şahîn bû ji navçeya Oguzeliyê ber bi Elbeyliya navçeya Kilîsê diçû. Kamyonet bi minîbusa plaqeya wê 27 AAH 618 û şofêrê wê Alî Bor bû qelibî.
Di qezayê de 8 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Gazîentabê.
Ji 2 birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Oguzeliyê û yekî ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya 25ê Çileya Pêşîn li hember hemû tedawiyan mirin.
Hat ragihandin rewşa 2 birîndaran jî giran e.
AA