Li Gazîentabê teqîn: 4 birîndar

Li Gazîentabê di rogar û avahiyê da xaza siruştî teqiya û di teqînê da 4 kes birîndar bûn.

Li Gazîentabê teqîn: 4 birîndar

Li Şahînbeya navçeya navend a Gazîentabê di rogar û avahiyê da xaza siruştî teqiya û di teqînê da 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin sitandin, otobêsa gel a bi pîlaqeya 27 H 20407 a ku Şeyhmus Karakuş diajot dema ji Kolana Şehît Adnan Şahîn a li Taxa îstiqlalê ra derbas dibû qapaxa rogarê teqiya.

Bi tesîra teqînê pêşiya otobêsê rabû hewayê, 2 rêwiyên di otobêsê da birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansa Serwêsa Acil a 112ê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şahînbeyê ya Zanîngeha Gazîentbê.

Wekî mayîn bi tesîra teqînê camên xanî û dikanên li der û dorê şikestin.

Di vê demê da di avahiya 3 qatî ya li Kuçeya 76006an a nêzî wê derê da jî teqîn çêbû.

Di teqîna ku hat tesbîtkirin ji ber qaçaxa xaza siruştî çêbûye da 2 kes birîndar bûn. Di qatê ketinê û katê ewil da zirareke mezin çêbû.

Ekîbên GAZDAŞê ji bo tesbîta sedema teqînê li herêmê lêkolîn kirin, ekîbên polês û agirkujiyê jî tevdîrên ewlehiyê hildan.

Ekîbên polêsan welatiyan ji dewsa bûyerê dûr dixin û dibêjin "dibe ku xaz tê dizê" ji ber vê bira kes agir vênexe û bi agir negere.

Karakuşê ajokarê otobêsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema di rê da diçûn teqîneke mezin çêbû, otobês rabû hewayê û wiha axivî: "Paşê min dengê 2-3 teqînên din jî bihîst. Dema ji ser kapaxa rogarê ra derbas dibûm teqîn çêbû. 2 rêwiyên otobêsê birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê."

Mehmet Tilkiyê şahidê bûyerê jî got bi carekê teqîn çêbû û wiha pê da çû: "Camên malan li ba bûn. Min dengê 4 teqînan bihîst. Kapaxên li kuçeyê firîn, li erdê ketin. Min dît ku pêşiya otobêsê rabû hewayê."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE