Li kîlometreya 30emîn a Otorêya Gaziantep-Meraşê otomobîla ku plaqeya wê 35 AGA 480 û ajokarê wê jî hê diyar nîne, parava li tira ku plaqeya wê 33 BRB 70 û navê ajokarê wê jî nehat diyarkirin qelibî.
Otomobîla ku bi tesîra lêketinê agir pê ket, bi destê ekîbên îtfaiyeyê yên ku hatin ciyê bûyerê, hat temirandin.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, piştî xebateke ku bi qasî nîv saetê ajot, cesedên herdu kesên di otomobîlê da derxistin.
Cinaze şandin Tiba Edlî ya Gaziantepê. Der heqê bûyerê da ajokarê tirê hat binçavkirin.
AA