Li Gaziantepê cezayê pereyê dan 344 kesên ku tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Gaziantepê , li bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê dewam dikin.
Hat daxuyandin duh 342 kesên qedexeya derketina derva ceza hildan.
Ekîban der barê 28 kesên guh nedan rêgeza mesafeya civakî û maske bi kar neanîn û 4 kesên guh nedan karantînayê da miemeleya îdarî kirin.
Hat gotin di çarçoveya tevdîran da 385 kargeh jî hatin kontrolkirin û tu kêmasî nehat dîtin.
AA