Li Gaziantepê di nexweşxaneyê da şewat derket 9 kes mirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ji ber şewata li Gaziantepê di unîteya nexweşiyên giran ya nexweşxaneyekê da derket hejmara miriyan derket 9an.

Di daxuyaniya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKOyê da hat diyarkirin ku îro ber destê sibê li beşa nexweşiyên giran a Kovîd-19ê ji ber oksîjena zêde di sîstema oksjenê da şewat derket.

Ji ber ku di unîteya nexweşiyên giran ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKOyê ya Gazîentabê da ji ber cîhaza oksîjenê şewat derket Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir ji ber bûyera li Gaziantepê di unîteya nexweşiyên giran da derket hejmara miriyan derket 9an û got ku em hemû xemgîn bûn, em bûyerê ji nêz va dişopînin.

Di daxuyaniyaê da wiha hat gotin: "14 nexweşên li beşê dihatin dermenkirin sewqî nexweşxaneyên din kirin. Der berê mijarê da lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE