Li Gaziantepê di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCKya rêxistina terorê da ji kesên hatibûn binçavkirin Serokê Bajêr ê HDPyê û 2 endamên meclisê yên CHPyê jî di nav da 9 kes bi biryara dadgehê va hatin girtin.
Li bajêr di operasyona dijî PKK/KCKyê da 33 gumanbar hatibûn binçavkirin û muameleya der heqê 15 kesan da duh midûriyeta ewlehiyê temam bû.
Piştî kontrola sihetê ew sewqî dadgehê hatin kirin û di nav wan da Serokê Bajêr ê Gaziantepê yê HDPyê Musa Aydin û 2 endamên meclisê yên CHPê jî di nav da 9 kes hatin girtin 6 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatın berdan.
Muameleyên der barê 18 kesan da jî li midûriyeta ewlehiyê dewam dikin.
AA