Li Gaziantepê hînî sifirkariyê dibin

Ji bo sifirkarî û sedefkariyê hîn bibin ji Awistralyayê hatin Tirkiyeyê

Li Gaziantepê hînî sifirkariyê dibin

Shireen taweel û Spencer Reid, jin û mêr in û awistiralyayî ne. Xwestin karê sifirkarî û sedefkariyê hîn bibin û ji bo vê ji hezaran kîlometreyan dûr lêdan hatin entabê. Niha li virê hînî van karên qedîm dibin.

Ji bo karên sifirkarî û sedefkariyê hîn bibin, bi hezaran kîlometre rê hatin.

Shireen Taweel ve Spencer Reid ji Awistiralyayê hatin Entabê û niha li bajêr kursên van karên qedîm dibînin.

Jin û mêr ev qedereke li bajêr perwerdeyê dibin û dixwazin li welatê xwe sifirkarî û sedefkariyê bikin.

“Min karê sifirkariyê gelek meraq dikir. Ji bo wê jî em hatin Entabê. Li welatê me destkariyeke wisa tune. Em dixwzin van karê qedîm li welatê xwe bidin nasin.”

Dibêjin: “Heta em hînî van karan nebin, em ê venegerin Awistiralyayê."

Serokê Odeya Sifirkar û Sedefkarên Entabê Celal Açik dibêje: “Hatina wan ji bo me kêfxeşiyeke mezin e, deriyê me ji her kesî re vekirî ye.”

“Ji derve gelek kes ji bo van karan tên Entaba me. Em jî heta ku ji destê me tê alîkariya wan dikin. Him vân karên qedîm bi wan didin nasîn, him jî dewlemendiyên welat û bajarên xwe.”

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE