Li Gaziantepê ji ber germahiya zêde kafeşikeft pir qelebalix dibe

Li bajarê ku germahiya hewayê carinan derdikeve 40 pileyî, turîstên xwemalî û biyanî ji ber ku hênik e berê xwe didin kafeya di şikefteyê da.

Li Gaziantepê ji ber germahiya zêde kafeşikeft pir qelebalix dibe

Li Gazîentaba ku germahiya hewayê dem demî ji 40 pileyî dibore, şêniyên bajêr û ziyaretvan di şikefta ku wekî kafe tê emilandin da hênik dibin.

Li Gazîentabê Şikefta Kaleogluyê ya bi qasî 500 salî ya li Xana Nû ya Dîrokî van rojan ciyekî pir qelebalix e.

Li bajarê ku germahiya hewayê carinan derdikeve 40 pileyî, turîstên xwemalî û biyanî ji ber ku hênik e berê xwe didin kafeya di şikefteyê da.

Bîlal Aslanê ku li Îngiltereyê dijî diyar kir, ew dubare car hatin ziyareta şikefta ku ew 5 sal berê hatibûnê û wiha dewam kir, "Ciyê herî xweş ev der e ku meriv xwe ji germahiyê xelas bike. Pir hênik e, muzîk jî heye. Nexasim zarokan xwest û em jî hatin."

Turîsta Îngiliz Rebeka Percivalê jî diyar kir ku şikeft pir xweş e.

Selma Yilmaza ji Almanyayê hatiye jî diyar kir, ji ber ku hênik û otantîk e kêfa wan pir bi şikeftê ra hat.

Xwediyê kargehê Yakup Mermer jî diyar kir ku şikeft 500 salî ye û wiha got, "Derva 40-45 pile ye, lê hundirê şikeftê 13 pile ye, adeta klîmaya xwezayî ye. Nexasim mehên havînê şikeft devra tijî dibe. Ji çaraliyê dinyayê mêvanên me tên."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE