Li Gaziantepê ji bo 1478 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê ji bo 1478 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 1478 kesan hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.

Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 1478 kesan hat birîn.

Ji xeynî van li dijî 5 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin jî miemeleya îdarî hat kirin.

Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 179 kargehan da rastî tu rewşeke neyênî nehatin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE