Li Gaziantepê ji bo 2 hezar û 282 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Di rojekê da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 3 hezar û 346 kesî hat kirin.

Li Gaziantepê ji bo 2 hezar û 282 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 3 hezar û 346 kesî hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.

Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 2 hezar û 282 kesan hat birîn.

Ji xeynî van li dijî 9 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin jî miemele hat kirin.

Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 544 kargehan da rastî tu rewşeke neyênî nehatin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE