Li Gaziantepê ji bo 457 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê ji bo 457 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê ji ber binpêkirina tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) cezayê pere li 457 kesan hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.

Di kontrolên duh ên di vê çarçoveyê da ceza li 16 kesên ku pabendî mesafeya civakî û maskeyê nebûn, li 440 kesên ku pabendî sînordarkirina derketina derva nebûn û her wiha kesekî ku karantîna binpê kir, hat birîn.

Her wiha di çarçoveya tedbîran da 259 kargeh jî hatin kontrolkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE