Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 552 kesan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li bajêr duh di kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê da ceza li 28 kesên ku pabendî mesafeya civakî û maskeyê nebûn, hat birîn.
Li 9 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin û her wiha 515 kesên ku qedexeya derketina derketina derva binpê kirin, ceza hat birîn.
Her wiha di kontrolên li 248 kargehan da jî tu rewşeke neyînî nehat dîtin.AA