Li Gaziantepê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 633 kesan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr, li seraserê bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê dewam dikin.
Di kontrolên ku duh hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û nebikaranîna maskeyê ceza li 633 kesan hat birîn.
Li dijî 21 kesên ku tevdîrên karantînayê binpê kirin miemeleya îdarî hat kirin û her wiha di kontrolên li 263 kargehan da jî tu rewşeke neyînî nehat dîtin.