Li Gaziantepê ceza dan 670 kesên ku tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.
Di vê çarçoveyê da duh di kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê da ceza li 625 kesên ku sînordarkirina derketina derva binpê kirin, kesekî ku rêgezên karantînayê binpê kirin û her wiha 44 kesên ku pabendî rêgeza maske û mesafeyê nebûn, hat birîn.
Her wisa 745 kesên ku hat tesbîtkirin rêgeza maske û mesafeya civakî ji bo cara yekemîn binpê kirin, hatin hişyarkirin.
Her wiha li 516 kargehên ku hatin kontrolkirin jî rewşeke neyînî nehat tesbîtkirin.
AA