Li Gaziantepê ji bo 682 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê ji bo 682 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin ceza

Li Gaziantepê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 682 kesan hat kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Bajêr, li tevahiya bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê didomin.

Di kontrolên ku ekîban duh kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û bikarneanîna maskeyê li 567 kesan ceza hat birîn.

Li dijî 3 kesên ku tevdîrên karantînayê binpê kirin û 112 kesên guh nedan qedexeya derketina derva jî miemeleya îdarî hat kirin.

Ji bilî vê di 282 kargehan da kontrol hatin kirin û tu rewşeke xirab li van deran nehat dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE