Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 834 kesan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.
Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 834 kesan hat birîn.
Li dijî 20 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin miemeleya îdarî hat kirin û her wiha di kontrolên li 439 kargehan da jî tu rewşeke neyînî nehat dîtin.
AA