Li Gaziantepê ji bo hişkkirinê zewze raxistin pêş tavê

Paleyên li vê derê wan ji ta derbas dikin û li ser texteyê bi taybetî bo hişkkirinê hatiye çêkirin va girêdidin.

Li Gaziantepê ji bo hişkkirinê zewze raxistin pêş tavê

Li Gaziantepa bajarê gastronomiyê ku sewzeyên hişkirî li serê hatiye tescîlkirin amadehiyên bo hişkkirna sewzeyan dest pê kir.

Li bajêr paleyên demsalî qemçika îsot û balîcanên berhev dikin jê dikin.

Îsot û balîcanên qemçikên wan paqijkirî li kamyonan bar dikin û dibin girên li deverên cihê yên bajêr in.

Paleyên li vê derê wan ji ta derbas dikin û li ser texteyê bi taybetî bo hişkkirinê hatiye çêkirin va girêdidin.

Ev sewzeyên tên dalqandin li gorî germbûna hewayê di nav 15 rojan da hişk dibin û ji wê derê tên pakêtkirin û ber bi çar aliyê Tirkiye û welatên Ewropayê va tên şandin.

Sewzeyên hişkirî bi nîşaneya erdnigarî va ji alî Saziya Marqe û Patenta Tirk va li ser navê Gaziantepê hatiye tescîlkirin û ev sewze herî zêde di meh û rojên zivistanê da tên tercîhkirin.

Salê nêzî 200 milyon heb tên hişkkirin

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Karayilan got ku li bajêr di zeviyên ji 3 milyon û 476 hezar û 250 dekarî pêk tê çandinî tê kirin û nêzî li sedî 4ê vê zeviyê jî sewze tên danîn.

Karayilan destnîşan kir ku sewzeyên ji bo hişkkirinê ku ji wan zeviyan tên temînkirin bi kêrî aboriya bajêr tên lewra li hundir û derveyê welêt tên firotin.

Di axaftina xwe da Karayilan got: "Li gor daneyên TUÎKê li bajarê me 33.128 ton balîcan û 9.476 ton jî îsot û 3.251 ton jî kundir hatine hişkkirin."

Pale di bin tavê da bo nanê xwe dixebitin

Ji paleyan Îbrahîm Ozoglu jî got ku wan meha borî dest bi amadehiya hişkkirina sewzeyan kirin û karê wan heta hefteya dawîn a îlonê wê dewam bike û wiha domand: "Karê em dikin zore lewra di bin qêle qijê da em dixebitin. Lewra heke tav baş li vana nexe hişk nabin û zivistanê jî wê kurm bikevê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE