Li Gaziantep û Malatyaê cezayê pereyan dan 682 kesên ku tevdîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Gaziantepê, li bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê dewam dikin.
Hat daxuyandin duh 4 kesên guh nedan mesafeya civakî û maske bi kar neanîn û 611 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ceza hildan.
Hat gotin di çarçoveya tevdîran da 249 kargeh jî hatin kontrolkirin û tu kêmasî nehat dîtin.
-Malatya
Li Malatyayê jî 67 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ceza xwarin.
Hat gotin di çarçoveya tevdîran da 104 kargeh û 82 wesayîtên komî hatin kontrolkirin û tu kêmasî nehat dîtin.
AA