Li Gaziantep û Malatyayê cezayê pere dan 605 kesên ku tedbîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Gaziantepê, li bajêr di kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê da li 47 kesên ku pabendî mesafeya civakî û maskeyê nebûn û 487 kesên ku pabendî sînordarkirina derketina derva nebûn, li wan cezayê pere hat birîn.
Her wiha di çarçoveya tedbîran da 315 kargeh jî hatin kontrolkirin.
- Malatya
Li Malatyayê jî di kontrolên ekîbên Midûriya Ewlekariya Bajêr a Malatyayê da 71 kesên ku di 24 saetên dawîn da guh nedan sînordarkirina derketina derva cezayê pere li wan hat birîn.
Ekîban her wisa 142 kargeh û 39 wesayîtên komî kontrol kirin, lê rastî tu neyêniyan nehatin.
AA