Li Gaziantep û Şanliurfayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) welatî guh didin qedexeya derketina derva ya ji bo kesên temenê wan ji 65 salî mezintir û dernakevin derva, ji ber vê meydanên bajêr, der û dora Gola Masiyan xalî ma.
Li seranserê dinyayê mirov guh didin hişyariya "ji malên xwe dernekevin", ji ber vê kolan, kuçe, meydan û cihên dîrokî ji mirovan xalî ne.
Li Gaziantepê kolanên herî qerebalix, hatin û çûyîn lê hebûn vala ne.
Tîmên zabitayê û hêzên ewlekariyê hewcedariya welatiyên temenê wan ji 65an mezintirin peyda dikin.
- Der û dora Gola Masiyan ji mirovan xalî ma
Li Şanlıurfayê jî ji ber ku welatiyan guh da hişyariya "ji malên xwe dernekevin" der û dora Gola Masiyan ji mirovan xalî ma.
Bajêr bêdeng e û bi tenê polêsa û wezîfedarên din kar û barên xwe dimeşînin.
Polês û rayedarên din hewcedariya welatiyên temenê wan ji 65an mezintirin peyda dikin.
Ji bilî vê kesên dildar jî alîkariya nexweşan û kesên derketina wan a derva qedexe ye dikin.
AA