Li Gazientepê cezayê pereyê dan 342 kesên ku tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Gazientepê , li bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê dewam dikin.
Hat daxuyandin duh 146 kesên guh nedan mesafeya civakî û maske bi kar neanîn û 196 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ceza hildan.
Hat gotin di çarçoveya tevdîran da 1406 kargeh jî hatin kontrolkirin û tu kêmasî nehat dîtin.AA