Li Gazîosmanpaşayê li ber avahiyekê teqîn çêbû, jinek û keça wê ya kaxezan kom dikirin birîndar bûn.
Gorî agahiyan li Kuçeya Kaynarê ya li Taxa Pazarîçiyê li ber avahiyekê teqîn çêbû û ji ber teqînê Selma Altan (57) û Pinar Altana (27) keça wê ya ku kaxezan kom dikirin birîndar bûn.
Li ser agahiyê polês, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û piştî midaxeleya ewil kesên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Gorî agahiyên ewil Selma Altan û Pinar Altana keça wê melzemeyên kom kiribûn li ber avahiyê ji hev derdixistin û di vê navberê da ji ber qutiya salçeyê teqîn çêbû.
Li ciyê bûyerê lêkolîna pisporên bombeyê dewam dike.