Li Gebzeyê pir hilweşiya

Di qezayê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li Gebzeyê pir hilweşiya

Li navçeya Gebzeya Kocaeliyê pira ku di çarçoveya riya Marmaraya bakur de dihat çêkirin hilweşiya. Li Di qezayê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li devera Tavşanliya Gebzeyê pêk hat.

Pira 7 nimre ya ku di çarçoveya projeya Riya Marmaraya Bakur de dihat çêkirin, hilweşiya.

5 karkerên li ser pirê ji 30 metre jorê ketin û din bin blokên beton de man.

Ekîbên agirkujiyê û serwîsa lezgîn 112yê hatin şandin cihê bûyerê.

Ji bo xilaskirina karkeran xebat dewam dikin.

Waliyê Kocaeliyê Hüseyin Aksoy daxuyaniyek da û got hejmara karkerên ku di bin enqazê de mane nayê zanîn lê herî kêm 3 karker hene.

Aksoy ragihand ku wan xwe gihandiye karkerekî.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçuk da zanîn ku derbarê qezayê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Derbarê bûyerê de 2 mifettîş jî hatin wezîfedarkirin

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE