Li gelek bajaran ji ber berfê rêya gundan hat girtin

Li gelek bajaran ji ber berfê rêya gundan hat girtin

Li Sêwasê ji ber berf û bagerê rêya 1008 gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, li tevahiya parêzgehê rêya 1008 gundan girtî ye.

Ji bo vekirina rêyên girtî, 136 personel bi 93 wesayîtan va xebatan dimeşînin.

Di vekirina rêyan da ekîb pêşaniyê didin rewşên wekî nexweşî, jidayikbûn û mirinê.

-Li Gazîentabê ji ber berfê rêya 175 gundan hat girtin

Li Gazîentabê ji ber barîna berfê rêya 175 gundan hat girtin.

Ji ber berfa ku ji 18ê Rêbendanê roja Sêşemê vir va binavber dibare, navenda bajêr spî bû.

Li navenda bajêr xebatên berfê didomin, li hin ciyan jî veguhestin bi zehmetî pêk tê.

Li bajêr rêya 175 gundan ji ber berfê hat girtin, ji bo ku otorê û rêbeja yên di navbera bajaran da neyên girtin, ekîb dixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE