Li gelek bajaran ji ber berfê rêya wargehan hat girtin

Li gelek bajaran ji ber berfê rêya wargehan hat girtin

Li Bîngol, Elezîz û Şirnexê ji ber barîna berfê rêya 826 wargehan hat girtin.

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr a Bîngolê hatin sitandin, rêya 76 gundên navendê, 32 gundên Adaxliyê, 59 gundên Gencê, 38 gundên Qalîovayê, 25 gundên Kixiyê, 23 gundên Solxanê, 20 gundên Yayladereyê û 8 gundên Yêdîsûyê hat girtin.

Rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr a Elezîzê diyar kirin ku ji ber berf û bagerê rêya 125 gundên navendê, 58 gundên Baskîlê, 16 gundên Axînê, 10 gundên Alacaqayayê, 10 gundên Aricakê, 31 gundên Madenê, 66 gundên Qereqoçanê, 30 gundên Kebanê, 56 gundên Qavancîlerê, 37 gundên Paloyê, 50 gundên Sîvrîceyê hat girtin.

Li Şirnexê jî ji ber berfa 2 roj e dibare rêya 10 gund û 5 gomên navendê, 6 gundên Uludereyê, 13 gundên Guçluqonaxê, 14 gund û 8 gomên Beytşebabê hat girtin.

Li Bîngol, Elezîz û Şirnexê ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

 Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê berfê rêya 2 hezar û 48 cî waran girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê rêya 1018 taxên çiyayî girtî ne.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan, paqijkirina berfa li kolan û peyarêyan dixebitin.

Ekîbên Midûriya Herêma 11em a Rêbejan jî seba vekirina rêya Wan û Gurpinarê, Wan û Agiriyê, Bidlîs û Mûşê, Hekarî û Şirnexê û dirba Tendurekê ya li ser rêya Wan û Bazîda Agiriyê dixebitin.

Ji bo ku ser rêya Wan û Hekariyê dirbên Kurubaş û Guzeldereyê neyên girtin, ekîb li ser kar in.

- Hekarî

- Li Hekariyê berf du roj e dibare û di çûyîn û hatinê tengasî dertê.

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji ber şert û mercên hewayê rêya 346 gund û mezreyan hat girtin.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî ji bo paqijkirina berfa nava bajêr dixebitin.

Li bajêr qalindahiya berfê heta 40 santêmî zêde bû û wesayît di berfê da cûm bûn. Welatiyan jî berfa pêşiya mal û kargeha xwe avêt.

- Mûş

Li Mûşê berf û bagerê rêya 352 gundan girt.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.

Rewşa hewayê di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasiyê derdixe.

Ekîbên şaredariyê dixebitin ku berfa kolan û peyarêyan bavêjin.

- Bidlîs

Midûrê Rê û Xizmeta Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya bajêr berfê rêya 332 cî û waran girtiye.

Kurtkan daxuyand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, xebata vekirina rêyan dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE