Ev 347 roj in ku li çar aliyê welêt tevdîrên berfireh ên şewba koronayê hebûn. Li 14 bajarên başûrê welêt tevdîr hatin sistkirin û gelek qedexe ji holê rabûn.
Di vê çarçoveyê de restorantan jî piştî demeke dirêj deriyên xwe ji mişteriyan re vekirin. Hûr û gir her kesî berê xwe da derve. Herwiha qedexeya dawiya hefteyê jî li van bajaran hate rakirin.
Li çar aliyê welêt ev demeke dirêj e ji ber şewba koronayê tevdîrên berfireh hebûn.
Li 14 bajarên ku rîska koronayê lê kêm bûye ew tevdîr hatin sistkirin. Bi sistbûna tevdîran ciwan, kal û pîr her kesî berê xwe da kuçe û kolanan.
Li dibistanan jî di hemû qademeyan de perwerdeya rû bi rû dest pê kir.
Guhertineke din jî li van bajaran rakirina qedexeya dawiya hefteyê ye. Êdî welatî dikarin herin kafe, çayxane, pastaxane û kahvexaneyan.
Li Diyarbekir û bajarên derdorê restorantan deriyên xwe ji mişteriyan re vekirin.
Kal û pîrên ku ev demeke dirêj e di hundir de bûn jî bi vê serbestiyê berê xwe dan baxçeyan û têra xwe geriyan.