Li gelek bajarên herêmê ji bo Mursî nimêja cinaze ya xiyabî

Li Mizgefta Mezin a Bîngolê piştî selayê Muharrem Gençê Miftiyê Bajêr nimêja cinaze ya xiyabî da kirin.

Li gelek bajarên herêmê ji bo Mursî nimêja cinaze ya xiyabî

Ji bo Mihemed Mursiyê Serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê yê ku wefat kir li Bîngol, Elezîz, Şirnex û Sêrtê nimêja cinaze ya xiyabî hat kirin.

Li Mizgefta Mezin a Bîngolê piştî selayê Muharrem Gençê Miftiyê Bajêr nimêja cinaze ya xiyabî da kirin.

Li Mizgeftê Qurana Pîroz hat xwendin û paşê Genç diyar kir ku mirina Mursî alema Îslamê xemgîn kir û wiha axivî: "Ev doza li ser piyan e. Dibe ku Mihemed Mursî şehîd ketibe lêbelê li alema Îslamê bi sedan Mihemed Mursî dîsa radibin."

Elezîz

Yusuf Sarikayayê Miftiyê Bajêr li Mizgefta Îzzetpaşa ji bo Mihemed Mursî nimêja cinaze ya xiyabî da kirin û dia kir.

Mehmet Fevzî Bîngolê Alîkarê Walî, Şahîn Şerîgogullariyê Şaredarê Elezîzç, Ramazan Gurgizeyê Serokê Bajêr ê AK Partiyê, Îbrahîm Hacibekirogluyê Serokê Bajêr ê Partiya Saadetê, Turhan Karahanê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr, nûnerên saziyên civaka sivîl û welatî beşdarî nimêja cinaze ya xiyabî bûn.

Şirnex

Selahattîn Ozçelîkê Alîkarê Miftiyê Şirnexê li Mizgefta Geylanî li Yenîmehleyê ji bo Mursî nimêja cinaze ya xiyabî da kirin û dika kir.

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş, nûnerên saziyên civaka sivîl û welatî beşdarî nimêja cinaze ya xiyabî bûn.

Piştî nimêjê Arîf Kadirhan li ser navê saziyên civaka sivîl daxuyanî da û destnîşan kir ku şehadeta Mursî ne bi tenê malbat û hevalên wî, hemû alema Îslamê xemgîn kir.

Kadirhan got li bendê ne ku raya giştî ya dinyayê qetna piştî mirina wî edaletê pêk bîne û wiha pê da çû: "Li Misrê berxwedan û têkoşîn dewam dike. Gelê Misrê yê ku sed sal e li dijî zalim û emperyalîstan têkoşînê dide hê jî şehîdan dide û dîsa bang dike ku li ser piyan e. Dibê heyeteke navneteweyî li ser mirina Mursî lêkolînê bike."

Sêrt

Ahmet Altiokê Miftiyê Bajêr li Mizgefta Çarşiyê ya Abdulhakîm Sancak ji bo Mursî nimêja cinaze ya xiyabî da kirin.

Altiok beriya nimêjê axivî û diyar kir ku Muhemed Mursî bû şehîd û wiha pê da çû: "Mursî merivekî agahdar û zana bû. digot, 'Zarên me ew ê ji bo me bêjin ew meriv û însan bûn'. Belê ew meriv û însan bû, bi merivtî li ser piyan sekinî. Xwedê wî têxe cînarê Pêxemberê me."

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE