Li gelek deveran meydan û kolan vala ne

Li Îstanbulê xelkê guh da vê bangê û meydan û kolan vala bûn.

Li gelek deveran meydan û kolan vala ne

Ji bo ku vîrûsa koronayê belav nebe lazim e welatî li mala xwe bimînin. Li ser bangewaziya Serok Recep Tayyip Erdoğan li seranserê Turkiyeyê xelk dernakeve derve. Li bajarên wek Îstanbul, Ankara û Diyarbekrê meydan û kolan vala ne.

Her roj ji ber vîrûsa koronayê him li dinyayê him jî li Turkiyeyê gelek kes nexweş dikevin.

Ji bo ku rê li ber belavbûna vîrûsê bê girtin, lazim e welatî ji malên xwe dernekevin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan û wezîrê tendûristiyê Fahrettin Koca tim bangî li gel dikin ku ger mecbur nebin dernekevin derve.

Stenboliyan guh da vê bangê û pirraniya xelkê li mala xwe ma.

Meydanên dîrokî û kolanên sereke van rojan vala ne.

Li Ankarayê jî welatî haydar in û guh didin hişyariyan.

Diyarbekir di serî de welatiyên li herêmê jî ji bo sihhet û tendûristiya xwe dema mecbur nebin ji mal dernakevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE