Li Geliyê Acisuyê xweşikahiyên payîzê

Geliyê Acisuyê yê li bintara Çiyayêyên Eres bi darên mêweyan û erdê zîldayî reng guherand û her alî zer û sor xanê dike

Li Geliyê Acisuyê xweşikahiyên payîzê

Li herêmên bilind ên Tuzlucaya navçeya Îdirê bi hatina payîzê çil û çiya rengrengî bûn.

Geliyê Acisuyê yê li bintara Çiyayêyên Eres bi darên mêweyan û erdê zîldayî reng guherand û her alî zer û sor xanê dike û dîmenên xweşik derdikevin holê.

Her sal payîzê li Geliyê Acisuyê dîmenên xweşik derdikevin holê û tebîethez eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

Bi taybetî rengê darên mêweyan merivan hejmetkar dihêle û dîmenên gelî dişibin wekî kartpostalan.

Mehmet Çevenê hat ziyareta gelî daxuyanî da û diyar kir ku bi hevalên xwe ra ji bo wêneyan bikişînin hatin gelî.

Çeven diyar kir ku rengên payîzê bala ziyaretvanan dikişîne û wiha pê da çû: "Ez merivekî tebîethez im, îro ji bo wêneyên baxçeyên zerdeliyan bikişînin em hatin vê derê. Em bi taybetî di dema pelên daran diweşin da tê vê derê lewra di vê heyamê da dîmenên balkêş derdikevin holê. Ez bangî her kesî dikim ku bira werin vê derê binîn û wêneyên vê derê bikişînin."AA

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE