Li Gercuşa navçeya Batmanê 4 mal di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hildan karantînayê.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê da hat ragihandin ku bi biryara Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Navçeyê ji bo ku vîrus belav nebe, 4 mal hildan karantînayê û çûn û hatina ji bo van malan hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ewlekarî û tenduristî di serî da hemû tedbîr hatin wergirtin.
AA