Li Gercuşê dê û bav ligel zarokên xwe di polê da pirtûk dixwînin

Li dibistana navborî ji bo ku xwendekar ji xwendina pirtûkan hez bikin, projeyek hat destpêkirin û herwiha di vê çarçoveyê da dê û bavên xwendekaran jî li projeyê hatin zêdekirin.

Li Gercuşê dê û bav ligel zarokên xwe di polê da pirtûk dixwînin

Li Kercewsa navçeya Batmanê di çarçoveya xebateke ku li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê tê kirin da dê û bav ligel zarokên xwe di polê da pirtûk dixwînin.

Li dibistana navborî ji bo ku xwendekar ji xwendina pirtûkan hez bikin, projeyek hat destpêkirin û herwiha di vê çarçoveyê da dê û bavên xwendekaran jî li projeyê hatin zêdekirin.

Şaredar Gunduz Gunaydin ku beşdarî çalakiyê bû, destnîşan kir ku xwendina pirtûkan li ser geşedana zarok û ciwanan xwedî karîgeriyeke pir mezin e.

Midûrê Dibistanê Edip Ekmen jî diyar kir ku ew dixwazin bi vê projeyê va di heman demê da piştgiriyê bidin perwerdeya nava malê û wiha dewam kir, "Me saet tayîn kirin da ku dê û bavên xwendekarên me werin û ligel zarokên xwe pirtûk bixwînin. Di vê çarçoveyê da dê û bav hatin dibistanê, di polan da ligel zarokên xwe taştê xwarin û pirtûk xwendin."

Ekmen herî dawî jî sipasiya hemû beşdaran kir.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE