Li Gergerê rewşa mexdûrên erdhejê

Gelek kes di vê zivistana sar û serma de di konan dijîn

Li Gergerê rewşa mexdûrên erdhejê

Erdheja Elazigê zirar da gelek gund, bajarok, navçe û bajaran.Di erdhejê de li Gergera Adiyamanê û gundên navçeyê jî zirareke mezin çêbû. Gelek kes hêj jî di konan de îdare dikin. Li gorî tespîtên herî dawî li gerger û gundên wê zirar gihîştiye 351 avahiyan.

Erheja Elazigê li herêmê gelek zirar da avahiyên gund, bajarok, navçe û bajaran.

Hema piştî erdhejê him xebatên alîkariyê, him jî yên tespîtê bilez dest pê kirin.

Ji ber erdheja li Gergera navçeya Adiyaman û gundên wê gelek zirar çêbû.

Hin xanî bi hilweşiyan, hin xanî şeq bûn û hin xanî jî terikîn.

Welatiyên gundan dibêjin ku ew di lerzê de bi kotekî ji mirinê filitîne.

Li gundên Heveng û Erbaûna Gergerê welatî di rewşeke gelek zor û zehmet de ne.

Hêj jî gelek welatî di vê zivistana sar û serma de li binê konan dijîn.

Cigîrşaredarê Gergerê Kudret Öztürk got,”Li Gergerê gelek welatiyên me yên gundan mexdûr in.”

Li gorî tespîtên tîmên AFADê li Gerger û gundên wê zirar gihîştiye 351 avahiyan.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE