Li Gevaşê 2 merasîmên vekirinê

Navenda berhevkirina çopan û mezbaxane hat vekirin.

Li Gevaşê 2 merasîmên vekirinê

Li Westana Wanê 2 merasîmên vekirinê hebûn. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û rayedarên Westanê ewilî navenda berhevkirina çopan vekirin. Dûv re jî ji bo mezbaxaneya nû ya navçeyê merasîm hat lidarxistin.

Li Westana Wanê ji bo 2 projeyên mezin li pey hev merasîm hatin lidarxistin.

Li navçeyê ewilî navenda çopan hat vekirin.

Li gorî projeyê; şaredarî dê çopên ku ji gund û navendên Westan, Payîzava û Şaxê bên berhevkirin, li vê navendê kom bike û ji vir jî bigihîne navenda çopan a Wanê.

Piştî ku projeya mezin a Şaredariya Bajarê Mezin qediya jî ev çop dê wek enerjî ji nû ve bê bikaranîn.

Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Vanê Murat Zorluoğlu got,”Ji bo vê projeyê wê nêzî 150 milyon bê xerckirin. Lê şaredarî ji bo vê wê tu tiştî neke. Çopên berhevkirî wê bifroşe fîrmayên enerjiyê. Bi saya vê em ê him xwezayê biparêzin him jî enerjiya xwe bi xwe peyda bikin.”

Li Westanê merasîmeke din hebû.

Şaredariya navçeyê li ser daxwaza şêniyên Westanê mezbaxaneyek ava kir.

Li vê mezbaxaneyê heywandar wê him li cihekê paqij heywanên xwe şerjê bikin him jî bi saya van tesîsan, şerjêkirina heywanan dê hêsantir bibe.

Beytarek jî wê her tim li mezbaxaneyê kontrola heywanan bike.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 15:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE