Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê li Gobeklîtepeya (Girê Mirazan) ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye, çalakî li dar xist.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, ji bo danasîna dîrok, çand, gastronomî, muzîka wê ya ku endamê UNESCOyê ye û xweşikahiyên wê yên bê hempa çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da li şanoya amfî ya li Girê Mirazan ku wekî "destpêka dîrokê" tê pênasekirin, çalakiya şevbuhêrkê hat lidarxistin.
Gelek kesên xwemalî û biyanî ku ji bo gerê hatin xirabeyên dîrokî, bi ekîbê ra stranên Şanliurfayê gotin û govend gerandin.
Ziyaretvan ji bo çalakiyê kêfxweş bûn û spasiya kedkarên çalakiyê kirin.AA