Şaredariya Mezin a Wanê li Girava Axtamarê çalakiya meşê ya li siruştê û kişandina wêneyan li dar xist.
Xebatên çandê ya Şaredariyê ya ji bo welatiyan dewam dike.
Serokatiya Çand û Karên Civakî vê hefteyê li Girava Axtamarê ya li navçeya Gevaşê çalakiyek li dar xist.
Di vê çarçoveyê da welatî bi otobêsan ji navenda bajêr hatin hildan û rayedaran ew bi keştiyan va gihandin Girava Axtamarê.
Welatiyan û kesên xwezayê hez dikin dêra li giravê ziyaret kirin, der û dorê geriyan û wêne kişandin.AA