Li girava xweşbîniyê Axdamarê amadekariya ayînê

Li dêra li Girava Axdamarê ya li Gevaşa navçeya Wanê ku mekaneke girîng a baweriya turîzmê ye, îsal cara 7emîn dê ayîn were kirin

Li girava xweşbîniyê Axdamarê amadekariya ayînê

 Li Dêra Axdamarê (Muzeya Abîdeyî) ya li Gola Wanê ku mekaneke girîng a baweriya turîzmê ye, îsal cara 7emîn dê ayîn were kirin.

Amadekariyên ayîna ku bi îzna taybet a Wezareta Çand û Turîzmê ji 2010an vir va salê carekê tê kirin, dest pê kirin.

Bi sedan kesên ku dixwazin beşdarî ayîna ku dê li dêra xweşbîniyê 8ê îlonê were lidarxistin bibin, li otêlên bajêr rezervasyonên xwe çêkirin.

Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez diyar kir ku Girava Akdamarê nirxeke pir mezin a herêm û bajêr e.

Bilmez bal kişand ku dêr li ser bingeha xwe ya resen hatiye parastin û wiha dewam kir, "Girava Axdamarê hem ji bo bajarê me, hem ji bo welatê me û herwiha hem jî ji bo mirovahiyê nirxekî biqîmet e. Ecdadê me girîngî daye hemû baweriyan, hewil daye ku mekan û berhemên wan biparêze. Em jî di vê çarçoveyê da Dêra Akdamarê diparêzin. Em derfetê pêşkêşî wan însanên ku eleqedar dibin dikin ku bên vê derê û ibadetê xwe bikin."

"Rezervasyonan dest pê kirin"

Serokê Komeleya Otêlvanan a Wanê Reşat Yeşîlagaç jî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku îsal dê li Dêra Axdamarê ku ji bo dîrok û çanda bajêr xwedî wateyeke mezin e, ayîn were kirin.

Yeşîlagaç bal kişand, ji ber ku ayîn dê were kirin, ji niha va sektora turîzmê geş bû û wiha dewam kir, "Em ê mêvanên xwe bi awayê herî xweşik biezimînin. Ji bo vê yekê otêlên me dest bi wergirtina rezervasyonên xwe kirin. Ji bo ku bajarê me bi turîzm û aboriyê were rojevê, çi bikeve ser milê me em ê bikin."

Ayîna li Dêra Axdamarê ji ber sedema ewlekariyê sala 2015an hatibû betalkirin û 3 sal şûnda, par cardin dest pê kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE