Li girtîgeheke Kongoyê 10 mehan da 45 kes mirin

Li girtîgeheke Komara Demokratîk a Kongoyê ya ku dikeve rojhilatê welat ji serê salê vir va ji ber şert û mercên nebaş 45 kes mirin

Li girtîgeheke Kongoyê 10 mehan da 45 kes mirin

Li girtîgeheke Komara Demokratîk a Kongoyê ya ku dikeve rojhilatê welat ji serê salê vir va ji ber şert û mercên nebaş 45 kes mirin.

Li gor nûçeyên ku li çapemeniya welêt derket, li Girtîgeha Bukavuyê ya ku li ser eyaleta Başûrê Kîvuyê ye ji serê salê vir va ji ber kêmasiya derman, jimara mehkûman ya zêde û şert û mercên nebaş 45 kes mirin. 

Ji bilî vê 325 mehkûm jî ji ber ku têr naxwin nexweş ketin. 

Mehkûman li ser şert û mercên xirab roja duşemê dest bi greva birçîbûnê kir. 

Ji ber grevê bijîşk jî nikarin midaxeleyî nexweşan bikin. 

Waliyê eyaleta Başûrê Kîvuyê Theo Ngwabîdje Kasî got ku wan li ser rewşa girtîgehê lêkolîn dane destpêkirin. 

Li gor çavkaniyên herêmî qepasîteya girtîgehê 350 ye lê di girtîgehê da 850 mehkûm dimînin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE