Li Gola Çildirê ya ku zivistanê li ser bi hespan va gera xizangê tê kirin êdî ji ber ku qeşa heliya masîgiran dest bi girtina masiyan kir.
Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da ye û rûyê wê bi tevahî cemed digire mazûvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike.
Li ser Gola Çildirê cemed tê şikênandin û bi terza eskîmoyan masî tên girtin, lê êdî van rojan qeşa dihele û welatiyên bi firotina masiyan va debara xwe dikin dikevin avê torên xwe davêjin golê.
Piştî ku qeşa tevahî bihele masîgir wê bi keştiyên xwe derkevin girtina masiyan.
"Ji ber ku qeşa tevahî neheliyaye em zehmetiyê dikşînin"
Yakup Topkayayê li devera gundên Golbelen û Golebakana li ser Erdexanê masîgiriyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal zivistan dirêj û zehmet derbas bû.
Toprakkaya got bi hatina biharê va êdî wan dev ji girtina masiyan a bi şiklê eskîmoyê berda û wih axivî: "Sezona girtina masiyan a bi şiklê eskîmoyê xelas bû, lê em hê nikarin bi keştiyan va jî bigirin. Lewra qeşa hê tevahî neheliyaye, ev jî zehmetiyê dide me. Dema ku perav vebûn min tora xwe ya ewil avêt, nesîb ka em binihêrin masiyên bên peravê an na. Min xwest biceribînim."
Masîgir Mertcan Kiliç jî got ew bendê ne ku qeşa tevahî bihele û ew bi keştiyê va herin masiyan bigirin.AA