Li Gola Çildirê ya ku beşeke wê qerimî qelebalixiya dawiya hefteyê

Gola Çildirê ya ku duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê ye, dawiya hefteyê ew geştiyar ezimandin ku xwestin li ser cemedê bigerin û ji xwe ra li xizeka hespan siwar bin.

Li Gola Çildirê ya ku beşeke wê qerimî qelebalixiya dawiya hefteyê

 Li Gola Çildirê ya li Qersê ya rûqerimî, dawiya hefteqelebalix derbas bû.

Gola Çildirê ya ku duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê ye, dawiya hefteyê ew geştiyar ezimandin ku xwestin li ser cemedê bigerin û ji xwe ra li xizeka hespan siwar bin.

Gola li ser sînorê Qers-Erdexanê ya ku di demsala zivistanê da rûyê wê bi temamî diqerime, beşa wê ya ku li nêzîkî gundê Taşbaşiyê yê navçeya Arpaçayê dimîne, qerimî.

Geştiyarên ku dawiya hefteyê rêya xwe bi vir xistin, li ser gola qerimî govend gerandin, reqisîn.

Yên ku cara ewil li ser cemedê meşiyan, pir kelecanî bûn û her wiha ji geştiyaran hinekan jî cesaret nekirin ku derkevin ser cemedê.

Ziyaretvanan bi xizeka hespan û motorên berfê va xwe ji ra li ser golê tûr kirin.

Xizekvan Ertan Daşdemir diyar kir, dawiya hefteyê gelek turîstên xwemalî û biyanî hatin deverê û wiha dewam kir, "Ev yek me kêfxweş dike. Me sobe danî ser cemedê û em çay û şîlanê îkramî turîstan dikin, jê nemînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE