Li Gola Hazarê "girava kêvroşkan"

Cendirme ji bo kêvroşkan sewze û fêkî dibin giravê

Li Gola Hazarê "girava kêvroşkan"

Li Sivriceya navçeya Elazığê , li gola Hazarê li ser giravekê nêzî 200 kêvroşk dijîn. Ji ber vê yekê ji bo giravê tê gotin "girava kêvroşkan". Cendirme zivistanê ji bo ku kêvroşk bê xwarin nemînin, ji wan re sewze û fêkiyan dibin.

Li Sivriceya Elazığê , 20 sal berê cendirmeyekî 2 kêvroşk danîne giraveke li Gola Hazarê.

Bi salan hejmara kêvroşkan zêde bûye û niha nêzî 200 hebî ne.

Ji ber vê yekê ji giravê re tê gotin "Girava Kêvroşkan".

Ekîbeke cendirmeyan ji bo ku kêvroşk zivistanê bê xwarin nemînin, li kelekê siwar dibin, sewze û fêkiyan dibin giravê.

Hin caran kêvroşk bê tirs tên bal wan.

Girava Kêvroşkan 200 metre dûrê peravê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE