Li Gola Kraterê ya Nemrûdê berfa li ser rê hê jî tê paqijkirin

Ekîb dixwazin di nav du rojan da rê û dirbên li Gola Kraterê ya Nemrûdê vekin ku gerok û turîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Li Gola Kraterê ya Nemrûdê berfa li ser rê hê jî tê paqijkirin

 Li Tatvana navçeya Bitlisê li Gola Kraterê ya Nemrûdê ku cî bi cî qalindiya berfê digihêje 10 mêtroyî hê jî rê ji berfê tên paqijkirin.

Ekîbên Îdareya Taybet ya Bitlisê ji 12ê Nîsanê vir va rê û dirbên Gola Kraterê ya Nemrûdê ji berfê paqij dikin.

Ekîb dixwazin di nav du rojan da rê û dirbên li Gola Kraterê ya Nemrûdê vekin ku gerok û turîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Şefê Şantiyeya Navendî ya Îdareya Taybet ya Bitlisê Naîl Aşîtê daxuyanî da rojnamevanan destnîşan kir ku ji duşemê vir va li Gola Kraterê ya Nemrûdê rê û dirban ji berfê paqij dikin.

Aşîtê destnîşan kir cî bi cî qalindiya berfê digihêje 10 mêtroyî û wiha got, "Ji sedî 80yî rêya herêmê hatiye vekirin. Înşellah em ê di nav rojek-du rojan da bigihêjin ber golê. Ji ber ku serma heye û berf zêde ye hevalên me di nav şert û mercên dijwar da dixebitin. Helbet ji ber ku Gola Kraterê ya Nemrûdê ji bona turîzma welêt muhim e em dixwazin di nav du rojan da rê vekin. Me heta niha 20 hezar kîlomêtro rê ji berfê paqij kiriye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE