Li bihuşta veşartî a Agiriyê kelecana festîvalê heye.
Şaredariya Taşlicaya Agiriyê, bi piştgiriya Wezareta Tûrîzmê duyemîn festîvala “gola masiyan” li dar xist.
Gola masiyan, ji bo tûrîzma herêmê girîng e.
Parlamenter, siyasetmedar û gelek welatî beşdarî organizasyona rengîn bûn.
Di festîvalê de hin axaftin hatin kirin.
Siyasetmedar dibêjin, beriya niha li vê qadê rêxistina terorî hebû lê niha li herêmê aramî heye û welatî bi dilê xwe tên van cihên xweş.
Festîval, dê bi konser û şahiyên rengîn heta 2 rojan dewam bike.